Lînkên eksesibilîtî

Serhilda li Gor Peymaneke bi Hikûmetê re ji Homsê Derdikevin


Serhildayên Sûrîyê, 2012

Reuters’ê îro Şemîyê ragihand ku serhildayên Sûrî û malbatên wan, li gor peymaneke ku bi hikûmetê re hatîye kirin, ji herêma dawî ya ku li Homsê di dest wan de ye derdikevin.

Vê sibê, serhilda û malbatên wan bi du otobusan ji navçeya el-Waer derketin û çûn herêmeke ku li bakurê Sûrîyê di dest serhildayan de ye.

Walîyê Homsê Talal Berazî ji Retuersê re got ku li ber e ku îro 400 heta 500 serhilda bi malbatên xwe ji Homsê derkevin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku ewê bi qasî 12,000 kes di rojên pêş de li gor peymanê ji Homsê derkevin.

XS
SM
MD
LG