Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW di Raporta 2017an de Rexneyên Tund Ser Rewşa Mafên Mirovan li Tirkîyê Dike


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) Raporta Cîhanê ya 2017 weşand û tê de bal kişand ser rewşa mafên mirovan ku xirabtir dibe.

HRW dibêje ku serokomar û hikûmeta Tirkîyê hewila darbeya leşkerî ya Tîrmehê kar tîne ku giwaştin li ser mafên mirovan bike û parastina mafên bingehîn ji holê rake.

HRW bal dikşîne ku di nav şeş mehên borî ya 2016'an de, hikûmeta Tirkîyê binçavkirinên girseyî yên rojnamevanan pêk anîne, gelek dezgehên ragihandinê daxistine û parlementerên hevrik yên hilbijartî avêtine zindanan.

“Hikûmeta Tirkîyê pirtir jî 100,000 karmendên dewletê, bê dadkirin ji kar dûr xistine û desteser kirine ku di nav wan de mamoste, dadwer, dozger hene û bi sedan sazîyên sîvîl hatine girtin û hikûmetê kontrola xwe ya ser dadgehan xurtir kiriye.”

“Şûna ku yekîtîyeke piralî ya hember darbeya leşkerî ava bike, hikûmeta Tirkîyê biryar da ku giwaştin û tepeserkirina hevrik û rexnegirên xwe zêde bike,” Dîrektorê Ewropa û Rojhilata Navîn yê HRW’ê Hugh Williamson got.

XS
SM
MD
LG