Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Li Deverên di Bin Kontrola Hikûmeta Îraqê de 26 Term Hatine Dîtin


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Duşemê ragihand ku li deverên Mûsilê yên bin kontrola hikûmetê, herî kêm 26 term hatine dîtin ku çavên wan girtî û dest jî qelepçekirî bûn.

HRW dibêje, hêzên xwecîhî ji rojnamevanên bîyanî re gotiye ku 15 ji wan zilaman ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin, bi gumana ku peywendîya wan bi DAIŞ’ê hebû.

HRW bi berdewam bal kişand ku bûyerên din ku ji alîyê jêderên xwecîhî û navnetewî hatine raport kirin, jî gîş li herêmên bin kontrola hikûmetê ne û ew jî fikarên hetî kûrtir dike ku hikûmet ji wan kuştinkarîyan berpirs e.

“Termên zilamên çavgirtî li dû hev li dora Mûsilê û Çemê Dîclê nêzîkî têne dîtin ku ew jî înfazkirina wan kesan ji alîyê hêzên hikûmetê ve tîne mirovan,” Lama Fakih, cîgira HRW ya Rojhilata Navîn ragihand.

Fakih bal kişand ku hikûmeta Îraqê heta niha ti lêpirsîn li ser wan îdia destpê nekirine û ew jî berpirsîya hikûmetê ya parastina mafên girtîyan dixe ber şikê.

XS
SM
MD
LG