Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Banga Vekolîna Êrîşa Ser Mezgefteke li Kerkûkê Dike


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Duşemê banga vekolîna êrîşên esmanî kir ku bi kêmî ve 13 kes li nêzîkî mizgefteke li Kerkûkê kuştibûn.

Êrîşa esmanî di dema êrîşên DAIŞê ya ser Kerkûkê de hatibûn ku armanc wê rakirina bala hêzên Îraqî li ser operasyona Mûsilê bû.

HRW got, delîlên ketine destê wê piştrast dike ku ew sîvîl bi êrîşên esmanî hatine kuştin, lê da zanîn ku heman herêm di menzîla komên Kurd û yên DAIŞê jî ye.

Berdevkê leşkerîya Amerîkî John Dorrian got ku koalîsyonê bi zelalî piştrast kiriye ku ew ne berpirsa wan êrîşên esmanî ye. Hikûmeta Îraqê jî ragihand ku ew vekolîna ser bûyerê didomîne.

XS
SM
MD
LG