Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW jibo Givaştinên Ser Medyayê Rexne li Hikûmeta Tirkîyê Digire


Jimareke rojnamevan bo piştgirîdana hevkarê xwe Bulen Mumay li pêş dadgeha Stenbolê kom bûne Tîrmeh 27 2016
Jimareke rojnamevan bo piştgirîdana hevkarê xwe Bulen Mumay li pêş dadgeha Stenbolê kom bûne Tîrmeh 27 2016

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Pêncşemê daxuyanîyek weşand û bal kişand ser givaştinên derheqa azadîya çapemenîyê.

HRW dibêje, hikûmeta Tirkîyê bi ragihandina rewşa awarte (OHAL) mafê azadîya axaftinê, dervayê hiqûqa û bê berjewendîya civakê asteng dike.

“Hikûmetê fermanda daxistina 131 rojname, ajansên nûçevanî, çapxane, radyo û televîzyonan da. Daxistina dezgehên medyayê û girtina rojnamevanan nîşan dide ku kempyeneke lêzkirî li hember ragihandina, ku hikûmet wek piştgirên tevgera Gulen dibîne, tê meşandin.”

Dîrektora Tirkîyê ya HRW Emma Sinclair-Webb dibêje, li hember medya girêdayî Fethullah Gulen, ku hikûmet wek plankarên darbeya leşkerî dibîne, tepeserkirina hikûmetê didome.

“Di vê rewşê de ku li ser rol yan beşdarbûna wan ya di darbeyê de ti delîl tune, em bi xurtî van êrîşên zêdekirî li hember medyayê şermexar dikin jiber ku ewe yek zarar dide demokrasîya Tirkîyê,” Webb got.

HRW dide zanîn ku bi biryara dawî ya hikûmetê 345 rojname, 15 kovar, 16 kanalên TV, 23 îstasyonên radyoyê, 3 ajansên nûçevanî û 29 kompanîyên çapkirin û belavkirinê hatine daxistin ku di nav wan de rojnamyên Taraf û Özgür Düşünce û ajansa Cihan û Can Erzincan TV jî heye.

XS
SM
MD
LG