Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Rexne li Guherîna Xalên Qanûna Bingehîn li Tirkîyê Dike


Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) do Çarşemê xebatên parlemana Tirkîyê yên li ser guherendina hin xalên qanûna bingehîn rexne kir û da zanîn ku ew xebat jibo rêvebirîya tek şexsekî têne kirin.

HRW, dîyar kir ku bi xalên nû wê desthilata serokomarîyê zêdetir bibe û ew yek dê pergala rêvebîrîyê xerab bike.

Dîrektorê HRW'ê yê Ewrupa û Asya Navend’ Hugh Williamson, bal kişand ser wê yekê ku guherînên di qanûna bingehîn de hêza qanûnî di dest Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan de dicivîne.

''10 salên berê li Tirkîyê jibo mafên mirovan û demokrasî rewş baştir bû. Plana xurtkirina desthilatîya serokomar dê Tirkîyê bi paşde bibe. Ew yek dê atmosfera reforma erênî ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ji holê rake,'' Williamson got.

Parlemana Tirkîyê, 18 xalên qanûna bingehîn ya wî welatî diguherîne. Hemî xal di tura yekê de hatine pejirandin û ew niha di tura duyê de ne.

XS
SM
MD
LG