Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hêzên Sûriya Demokrat ji Çend Aliyan de li Reqa Pêş Dikevin


Roja Şemiyê ajansa Reuters li gûr Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê ragihand ku, hêzn wan yên ji aliyê Amerîka ve tên piştevanî kirin li çendîn aliyên bajarê Reqa bingeh sereke ya DAIŞ'ê li Sûriyê di pêşketinê de ne, ev yek herweha ji aliyê Çavdêriya Sûrî jibo mafên mirovan ve hat piştrast kirin.

Hêzên Sûriya Demokrat ku, ji şervanên Kurd û Arab pêk tê, roja Sêşema derbasbûyî dest bi qûnaxa 5an ya rizgarkirina bajarê Reqa kir bû, bajarê ku sala 2014an ji aliyê çekdarên dewleta Îasalmê DAIŞ'ê ve di êrîşeke demildest de hat bû kontrolkirin, ew û tevî gelek bajar û herêman li Îraq û Sûriyê dagîr kir bûn.

DAIŞ'ê dema reqa dagîr kir bû, ew weke paytexta xwe ragihand bû û ji wir êrîşên xwe yên terrorist bo seranserî cîhanê pilan dikirin.

Hêzên Sûriya Demokrat doh roja Înê dabû ragihandin ku, hêzên wan taxê Meşlib li rojhilat û taxê Sebahiye li rojavayê Reqa ji destên DAIŞ'ê deranîne, lê Çavdêriya Sûrî SOHR îro da zanîn ku çekdarên DAIŞ'ê li bingeha leşkerî ya bi navê 17 Temûz, êrîşeke HSD'ê paşda birîye.

Çavdêrîya Sûrî dibêje, niha hêzên Sûriya Demokrat ber bi taxê al Romaniye li rojavayê Reqa pêş dikevin.

Li aliyekî din, çavkaniyên nêzîkî Hêzên Sûriya Demokrat HSD dibêjin, hêzên wan serê vê sibê çûne di nav taxa al Romaniye de li rojavayê Reqa û şerekî dijwar heye, herweha çekdarên DAIŞ'ê bi motorsiklan êrîşên xwekujî li dij yekîneyên wan berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG