Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Amadekarîya Qonaxa Nû ya Operasyona Reqa dike


Çavkanîyên leşkerî yên Kurd îro Sêşemê ji Reuters radigihînin ku di têkoşana dijî DAIŞ'ê ya ku Amerîka pêşenga wê ye, qonaxeke nû destpê dike.

Bi operasyonên nû tê armanc kirin ku ji Dêrezor'ê heta Reqa ya navenda DAIŞ'ê, hemî deverên bin kontrola wê rêxistine werin derxistin.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku hêza wê ya mezin YPG ye, di meha Mijdarê de dest bi operasyona rizgarkirina derdora Reqa'yê kiribû.

Paqijkirina başûrê rojhilata Dêrezor'ê ji DAIŞ'ê wê girîng be jiber ku ewê têkilîyên çekdarên wir bi yên Reqa'yê re qut bike.

Fermandarekî hêzên Kurdan ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Reuters re dîyar kir ku bi operasyonên nû dê berê Reqa were dorpêç kirin û têkilîyên çekdarên wir bi derve re were qut kirin.

''Jibo Reqa were dorpêç kirin, dê berê rêya Dêrezor-Reqayê were sitandin. Ewê operasyoneke dijwar be'' heman fermandar got.

Ji alîyê din ve, berdevkê HSD'ê Telal Silo jî, bêyî ku hûrgiliyan eşkere bike, dabû zanîn ku piştî çend rojan dê operasyoneke nû destpê bike.

XS
SM
MD
LG