Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD li Reqa Giheşt Dîwarên Bajarê Kevn


Şervanên HSD'ê li hindurê Reqa
Şervanên HSD'ê li hindurê Reqa

Berdevkekî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Duşemê ji Retuers’ê re ragihand ku li rojhilata Reqa giheştine dîwarên bajarê kevn.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rêberê wê ye, bi piştgirîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka hefteya borî dest bi operasyona rizgarkirina Reqa kiribû.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku HSD’ê Taxa el-Sanaa bi dest xwe xistîye û giheştîye dîwarên bajarê kevn.

Berpirsê Medya HSD’ê Ahmed Muhamed got ku HSD giheştîye dîwarên bajarê kevn, lê hîn jî li Taxa el-Sanna pevçûn didomin û kontrola wê bi temamî neketîye destê hêzên wan.

Jêderên xwecihî jî didin zanîn ku herêma bajarê kevn, îro Duşemê bi awayekî gur hatîye bombe kirin.

HSD’ê îro Duşemê li bakurê Reqa jî pêşde çû û li bakurê rojhilata wî bajarî fabrîkayeke şêkir bi dest xist.

Li gor raportên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, di hindurê Reqa de ji 3,000 heta 4,000 çekdarên çekdarên DAIŞ’ê hene.

XS
SM
MD
LG