Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyon li Şirnêxê Didome, Rêvebirekî DBPê Hinda Ye


Li Şirnêxê operasyon di roja 78’an de ye. Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya Amedê de got heta aramî bi dest keve operasyona Şirnêxê dê berdewam be.

Ji Rêvebirîya Partîya Herêmên Demokrat (DBP) yê Şirnexê, endamê meclîsê Hurşit Kulter, ji roja înê ve hinda ye. Malbata wî niha li Kulter digere.

Kulter, roja Înê bi peyama telefonê ji malbata xwe xatir dixwaze û dibêje tên ew dibin.

Du seet piştî peyama wî, hêzên ewlekarîyê, ku di operasyona Şirnexê de cî digirin, li ser torên civakî peyamek belav dikin û dibêjin wan Hurşit desteser kiriye.

Bavê wî Hemîd da zanîn ku Emnîyeta Şirnexê qebûl nake ku ew binçavkirî ye.

"Ez li nexweşxanê di nav 12 meytan de li kurê xwe gerîyam. Polîsan ji min re got ku roja Yekşemê dê gelek meyt werin, ew roj were di nav wan de jî li meytê kurê xwe bigere."

Hamid Kulter roja Duşemê diçe nexweşxaneya Şirnexê lê jiber ku birîndarên ji gundê Roboskê birine wir û rewşek aloz li wir hebûye, polîsan rê nedanê ku here morgê, li nav meytan li kurê xwe bigere.Malbata wî ditirise ku Hurşit hatibe kuştin.

Parlamentera HDPê ya Edenê û berdevka hiqûqê ya HDPê, Meral Daniş Beştaş got, wan rewşa Hurşit Kulter ji Wezareta Karê Navxweyî pirsîne, lê ji wan re gotine ku ew nehatîye binçavkirin.

KHF_5_31_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:57 0:00

XS
SM
MD
LG