Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterê HDPê Ayhan Êrîşên Esmanî yên Tirkîyê Ser Rojava Şîrove Dike


Serfermandarîya Tirkîye bi daxuyanîyek ragihand ku li bakurê Surî li ser 42 bingehên DAİŞê, 13 bingehên YPGê operasyonên esmanî pêk anîne.

Lê serfermandarî di daxuyanîyê de dibêje bingehên PKK/PYD.

"Li ser 18 cîhan 26 êrîşên bomeyî li ser PKK/PYD hatiye kirin. 9 avahî, wesyîtek zirxî, 4 wesayit hatine îmha kirin. Di êrîşan de nêzî 200 endamên PKK/PYD hatine kuştin."

Artêşa Tirkîyê weke hicet destnîşan dike ku hêzên PYD, pênc deverên nû, El Hasi, Esahîyah, Urum el Qurah, Wardîyah, Kawil Siruj û Bendava Shahba pêşde çîye û dixwaze berge jixwe re fireh bike.

Herwiha hatiye gotin ev êrîş di çarçova operasyona mertala Firatê ya ku jibo Cerablusê hatibû destpêkirin pêk anîne.

Parlamenterê HDPê yê Ruhayê îbrahîm Ayhan êrîşan weke qetlîma û dagirkirina axa Kurdên rojavayê Kurdistanê binav dike û dibêje ev nayê qebûl kirin.

"Armanca Tirkîyê dagirkirina axa Rojava ye, herwiha dixwazin hebûn û statuya Kurdan li wir tune bikin. Tirkîye sîyaseta xwe ya Rojhilata Navîn li ser dijminatîya Kurdan dide meşandin, di vê çarovê de bi heman armancê sîyaseta xwe ya Mûsilê jî birêve dibe."

Parlamenetrê Kurd got ev sîyaset ji xizmetê dike ji kaos, alozî û kurkiina dijmanitîyê re. Çareserî bi lihevkirina û tifaqa bi Kurdan re çêdibe."

Ayhan got Tirkîye li hundir di her warî de êrîşên dijwar li ser Kurdân û HDPê jî pêk tîne."

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_10_21_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:32 0:00

XS
SM
MD
LG