Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Trump Îdiayên Ser Eşkerekirina Agahîyên Veşartî bo Rûsan Red Dike


Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî H.R. McMaster li pêş Qesra Sipi di daxuyanîyekê de
Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî H.R. McMaster li pêş Qesra Sipi di daxuyanîyekê de

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîkî H.R. McMaster û endamên din yên rêvebirîya Trump, îdiayên ku dibêjin Serok Trump hefteya borî agahîyên pir veşartî dane Wezîrê Karên Derve yên Rûsya Sergei Lavrov û Balyozê Rûsya yê li Washingtonê Sergey Kislyak pûç kirin.

McMaster bi daxuyanîyeke kin ya li pêş Qesra Sipî dîyar kir ku îdiayên ku di Washington Post'ê de derketine "zirderew" in.

"Ez jî li wê hevdîtinê hazir bûm, bi ti awayî jêder û rêbazên îstixbaratê nehat axaftin. Serok Trump ti operasyonên leşkerî yên ku ji alîyê bîragiştî ve nayê zanîn, eşkere nekir." McMaster got.

Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson jî îdia pûç kirin. Tillerson da zanîn ku ew bi xwe jî beşdarî hevdîtina di 10'ê Gulanê de bûye û tevî ku gelek mijar hatine axaftin jî nîqaşa sereke têkoşîna hevpar ya li dijî terorê bûye.

Ji xencî Washington Post, sazîyên din yên medya jî îdia dikin ku Serok Trump agahîyên veşartî ji Lavrov û Kislyak re eşkere kirine.

New York Times dîyar dike ku agahîyên hatine eşkere kirin ewqas taybet in ku berê ji derdora hikûmeta Amerîka û hevalbendên wê re jî nehatine gotin.

Her du rojname herwiha dibêjin ku jiber agahîyên eşkerekirî, jêderên îstixbaratê yên di nav DAIŞ'ê de jî ketine metirsîyê.

Her çiqas jibo serokê Amerîka derbarê eşkerekirina agahîyên veşartî ti qedexe tune be jî pispor dîyar dikin ku dibe ku zarar bigiheje peywendîyên bi dewletên hevalbend re.

Serok Trump, ji destpêka kempeyna xwe ve dabû zanîn ku dixwaze bi Rûsya re peywendîyên baş çêke, lê hin dewletên hevalbend ser daxwaza Trump nerazîbûnên xwe nîşan dabûn.

XS
SM
MD
LG