Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Kîmyayî ya Gumankirî de bi Dehan Kes li Îdlibê Hatine Kuştin


Ajansa Reuters ragihand ku di êrîşeke kîmyayî ya gumankirî de, ku bawerî heye ji alîyê firokên hikûmeta Sûrî hate kirin, bi kêmî ve 58 kes li Îdlibê hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku 11 ji qurbanîyên êrîşê, zarokên ji 8 salî biçktir in.

SOHR bi berdewamî da zanîn ku gelek kes jiber gaze qeniqîne, behna wan qut bûye û ji devê hinekê wan kefik dihatin û karbidestên saxlemî ew wek nîşaneya êrîşeke bi gazîn bi nav kiriye.

Êrîşên esmanî yên ser bajarokê Xan Şêxûn ya li başûrê Îdliba bin kontrola serhildayan, herwiha pirtir ji 60 kesan jî birîndar kirine.

Berpirsê karên saxlemî Mounzer Khalil ji Reuters re got ku di êrîşê de pirtir ji 50 kes hatine kuştin, 300 kesên din jî birîndar bûn.

Artêşa Sûrî karanîna gazên kîmyayî bi tundî red kir ew îdia wek propogandaya serhildayan bi nav kir.

Vekolîneke hevbeş ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên şopandina gazên kîmyayî ya dema borî hikûmeta Sûrî sucdar kiribû ku gazên jahrîn kar anîne.

XS
SM
MD
LG