Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Girêbesteke Nû ya Bazirganiya Petrolê ligel Îspanya Îmza Dike


Îranê roja Çarşemê girêbêsteke bazirganî di warê petrolê de ligel Îspanya îmze kir, ev peymana bazirganî buhayê wê 550 mîlyon Euro, 615 mîlyon dolar in.

Ev yekem girêbesta bazirganî ya mezine li gel welatekî Ewrûpî tê encamdan, piştî Hesen Rûhanî bo cara duyan weke serokê Îranê hat hilbijartin, ku tê çaverê kirin, ewê ciyê Îranê di civaka navnetewî de berfirehtir bike.

Li gor peymanê, kompanya Îspanî Tubacex S.A. û ya Îranî Foolad dê boriyên taybet jibo rêkaşana hêlên petrolê bidin çêkirin ku wan cûrê boriyan dê xweragiriya li hember jinavçûn û jengî bûnê hebe.

Ew borî li gor kalîteya şîrketa "JFE Steel" ya Japonî bin û ew hêla boriyên petrolê dê bi dirêjahîya 600 kîlometran be.

Di merasîmên ahenga îmzakirinê de, wezîrê petrola Îranê Bijan Zanganeh axifî.

"Em pir kêfxweşîn ku Îranê peymanek bi buhayê 550 mîlyon Euroyan îmza kir. Dibe ku ji me û ji kommpaniyên Îranê zêdetir havparê me yê biyanî kêfxweş e ku jibo demek dirêj weberhênana xwe li Îranê misoger kirine".

Îran ji sedema amborgoyên çend salan sektora wê ya petrolê rastî arîşeyên mezin hatiye, niha ew dixwaze pîşesaziya petrolê nûjen bike.

XS
SM
MD
LG