Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerîketa Boeing Peymanek bi Îranê Re Îmaze Kir


Kampaniya Boeing ya hevpar roja sêşemê peymaneka abûrî bi îranê re Îmze kir û li gur vê peymanê dê Îran 7 Firokan ji kampaniyê bikire, ev lihevhatina abûrî dê yek ji mezintrîn bazar be bi şerîketa Boeing re ji dema danîna amborgayan liser Îranê heya niha.

Bazara Îranê bi şerîketa Boeing re, piştî danûstendinên dirêj yên di navbera herdû aliyan de pêkhat, weke di daxuyaniya imze kirina lihevhatinê tîne ziman.

Di peymanê de hatiye ku, jiber pêwîstiya Îranê bi balefirên şerîketa Boeing û Firokên wê heye, ewê firokên xwe yên neferguhêz bifiroşin Îranê.

Herweha di daxuyaniya hêla esmanî ya Îranê de hatiye ku, dê Îran firokên ji curê Boeing 737, herwesan 777 û 787an ji şerîketa Boeing bikire.

Wek tê zanên ji dema hatina rejîma Komara Îslamî li Îranê di sala 1979an de bo ser desthilatê têkiliyên Amerîka û Îranê xerab bûbûn, herweha ji sedema projeyê Îranê yê navokî ambargoyên giran yên aburî liser Îranê hatine danîn, lê piştî pêşketinên di dosya Atoma Îranê de peyda bûne, ambargoyên abûrî liser Îranê hatine sist kirin.

XS
SM
MD
LG