Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Televîzyona Dewleta Îranê: Hêzên Ewlekarîyê Planeke Mezin ya Terorîstî Derxist Holê


Ajansa nûçeyan ya dewleta Îranê (IRNA) îro Duşemê ragihand ku hêzên ewlekarîyê "plana herî mezin ya terorîstî" ya hember Tehranê derxistine hole.

Wezareta Navxweyî bi daxuyayeke nivîskî got ku wê planene komake teororîst ya “tekfîrî”, ku dixewest di rojên were de jimareke bombeyan bipeqîne, pûç kiriye.

Gotina “tekfîrî” peyîveke haqaratê ye û jibo qaşo ne kesên bi rekûpêkî Misillan tê karanîn.

Berdevkê Civata Ewlekarîya Netewî A li Shamkhani ragihand ku hêzên wan terorîstan desteser kirin û dest danan jimareke bombe û gelek madeyên peqînkar.

Televîzyona dewleta Îranê jî ragihand ku çend bergumanên din, girêdayî wê plane hatine desteser kirin û lêpirsîna wan berdewam dike.

XS
SM
MD
LG