Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tehran jiber Beşdarbûna Parlamanterên Misirî di Rêdeçûnekê de Protesto Dide Qahîrê


Ajansa AFP ragihand ku Îranê balyozê Misirî yê Tehranê bang kiriye û protesto daye wî, bi sedema ku qanûndanêrên Misirî beşdarê rêdeçûneke salane ya komeke hevrik ya surgunkirî bûne.

Karbidestekî wezareta derve ya Îranê got ku hebûna parlamenterên Misirî di çalakîyeke Civata Berxwedana ya Netewî ya Îranê (NCRI) de, nîşaneyeke zelal ya “maytekirina bi karên navxweyî ya Îranê” ye.

Tehranê parlamanterên Misirî bi piştgirîya “grubên terorîst” tawanbar dike ku rêxistina çekdar Mucahîdên Xelq jî di wan de cîh digire.

Parlamenterê Misirî Îbrahim Abdel Wahab yê endamê komîsyona peywendîyên derve ji AFP re piştrast kir ku wî ligel parlamanter û kesitîyên navdar beşdarî li rêdeçûnê kiriye.

XS
SM
MD
LG