Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran ji Biryara Amerîkî ya Dirêjkirina Toleyên Aborî yên Hember Wê Nerazî Ye


bushehr Iran nuclear plant
bushehr Iran nuclear plant

Îran îro Înê gefan li Amerîka dike ku hember biryara Senatoya Amerîka ya dirêkjirina Peymana Toleyên Aborî (ISA) bo 10 salên din, gavan bavêje.

Tehran dibêje ku ew gava Senatoya Amerîkî binpêkirina reftina navokî ya sala borî ye.

ISA cara yekê di sala 1996'an de, jibo cezakirina sektora enerjî ya Îranê û pêşîgirtina programa wê ya navokî hatibû danan.

Pêşnîyara dirêjkirina toleyên aborî yên dijî Îranê, roja Pêncşemê bi tevahîya dengan hatibû erê kirin.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku nûkirina ISA ti pirsgirêk li ser rêkeftina navokî ya sala çûyî çênakin, lê karbidestên girîng yên Îranî dijberêya xwe li hember wê nêrînê radigihînin.

Berpirsê navokî ya Îranê Alî Ekber Salihî, ku di cîhanêna rêkeftinê de roleke serekî lîstîbû, got ku eger ew biryar bi cîh were, hîngê wê bibe zêdegavêyeke zelal ya rêkeftinê.

Serokê hilbijartî Donald Trump di dema kempeynê de gelek caran Îranê wek dewleta herî piştevan ya terorîzmê bi nav kiribû û rêkeftina navokî wek yek jî rêjeftinên here xirab bi nav kiribû.

Rêberên olî yên Îranî jî îro di nimêja Înê dirêjkirina ISA bi tundî şermezar kir û bang li hikûmetê kir ku hember wê yekê gavan bavêje.

XS
SM
MD
LG