Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewata li Karxaneyeke Îranî Hate Vemirandin, Kuştî Tune


Karxaneyeke petrokemîkal ya Maroun Îranê li bajarê
Karxaneyeke petrokemîkal ya Maroun Îranê li bajarê

Ajansa AP ji zarê ajansa IRNA ya dewleta Îranê radigihîne ku agirkujan şewateke li karxaneya petrokemîkal ya li istana Xuzîstan ya başûrê rojvayê Îrane vemirand.

IRNA îro Pêncşemê ragihand ku gelek dem pêdivê bû, heta ku şewata roja Çarşemê li karxaneya Bou Ali Sina ya bajarê Mehşehr destpê kiribû, bi tevahî were vemirandin.

IRNA bi berdewamî ragihand ku di bûyerê de ti kuştin çênebûne û kargehên derdorê jî, wek tedbîreke ewlehîyê, hatine vala kirin.

Karbidestên Îranî radigihînin sedema şewatê nayê zanîn û vekolînek berdewam e ku bizane çima ew bûyer qewimîye.

Fabrîkaya şewitî, beşek ji Kompanya Petrokemîkal ya Natewî ya Îranê ye ku di sala 1998an de vebûye û li heman deverê bi dehan karxaneyên din hene ku heman berheman çêdikin.

XS
SM
MD
LG