Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî Îranê Toleyên Nû Datîne


Şêwirmendê ewlekarîya netewî yê Serokê Amerîka Donald, Michael Flyn
Şêwirmendê ewlekarîya netewî yê Serokê Amerîka Donald, Michael Flyn

Amerîka îro Înê dîyar kir ku li dijî 13 kes û 12 sazîyên ku têkilîyên wan bi Îran'ê heye, toleyên aborî dane destpê kirin.

Wezareta Darayî ya Amerîka ragihand ku hin ji van sazî û kesan li Lubnan, Çîn û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb in.

Michael Flyn, şêwirmendê ewlekarîya netewî yê Serokê Amerîka Donald Trump, pîştî Îran'ê muşek firandibû, pêr Çarşemê ew kiryar wek provokasyon bi nav kiribû. Fly dabû zanîn ku çavê Amerîka li ser Îran'ê ye.

Li ser vê gotinê, Îran'ê di serşêwirmendê Ayetullah Alî Hamaney, Alî Ekber Velayetî bersîvek dabû.

''Ev ne cara yekê ye ku yekî bêtecrube gefan li Îran'ê dixwe. Amerîka divê fem bike ku gefa li ser Îran'ê kêrî tiştekî nayê,'' Velayetî gotibû.

Trump îro li ser hesabê xwe yê Twitter got ku Îran ''bi êgir dilîze'' û ew de wek Obama ne ''nerm'' be.

XS
SM
MD
LG