Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê 2 Tren li Hev Qelibîn, bi Dehan Kuştî û Birîndar Hene


People gather around two passenger trains that collided in the city of Shahroud, in the north-central province of Semnan, killing several people, in this still frame taken from video, Nov. 25, 2016.
People gather around two passenger trains that collided in the city of Shahroud, in the north-central province of Semnan, killing several people, in this still frame taken from video, Nov. 25, 2016.

Ajansa Reuters radigihîne ku di encama qelibîna du trenên rêwîyan de, herî kêm 31 kes îro Înê li Îranê hatine kuştin.

Karbidestên Îranî didine zanîn ku bûyer li istana Semnan ya bakurê navîn qewimî û tirs heye ku hejmara qurbanîyan zêde be.

Televîzyona dewleta Îranî hin dîmen weşandin ku tê de vagonên ji rê derketine, di nav êgir de ne. Berdevkê Heyva Sora Îranî Mostafa Mortazavi ji ajansa Fars ya nîvfermî re got ku agirkujan hewil didin ku firehbûna êgir kontrol bikin.

Rûdan li îstasyona Heft Xan ya bajarê Şahroud ya 400 km rohilata paytaxt Tehranê qewimî.

Demûdest zelal nebû ku di nav trenan de çend rêwî hebûn, lê ajansa Fars ragihand ku 100 nefer hatine rizgar kirin.

XS
SM
MD
LG