Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerekî Îraqî Yê Berê li Almanya Weke Tawanbarê Cengê Tê Dadgehkirin


Avahiyê Dadgeha Bilind ya Almanya Fedral (Bundesgerichtshof)
Avahiyê Dadgeha Bilind ya Almanya Fedral (Bundesgerichtshof)

Ajansa Nûçeya ya Almanî DPA roja Çarşemê ji bajarê Berlin ragihand ku, dadgeheke Almanî leşkerê berê yê Îraqê dadgeh kir, piştî sala 2015an hatî Almaniyaq û daxwaza mafê penaberiyê kirî.

Ramî K. yê ku, li gur yasaya Almanî yê parastina pêzanînên taybet nasnavê wî nehatî eşkerekirin, dema hatî Almaniya û daxwaza penaberiyê kirî, wêneyekî wî yê li gel serên jêkirî yên du çekdarên dewleta Îslamê Daiş'ê di Tablêta wî de hatbûn dîtin.

Meha Tebxa borî ew weke tawanbarê tawanên cengê li Almaniya hatiye darizandin.

Ramî di dadgehê de gotiye li gur fermana fermandarê xwe yê leşkerî wî ew ser top kirine ku, tê texmînkirin yên çekdarên Daiş'ê bin, yên di şerên li Îraqê de hatine kuştin.

Eger ev tawan liser welatiyê Îraqî bihê tesbîtkirin, ewê herî kêm salekê di girtîgehên Almanya de bimîne.

XS
SM
MD
LG