Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên DAIŞ'ê Êrîşeke Hevdij Dibin Ser Hêzên Îraqê li Mûsil


Roja Çarşemê berpirsên ewlekariyê yên Îraqî ragihandin ku, zêdetirî 100 çekdarên Dewleta Îslamê DAIŞ'ê êrîşeka hevdij aniye ser yekîneyên leşkerê Îraqê li nava bajarê Mûsil, 11 polîsên fedral û 4 kesên sivîl di êrîşê de hatine kuştin.

Ev êrîş dide zanîn ku hêjî çekdarên DAIŞ'ê şiyana şerkirinê heye piştî çendîn mehan ji şerên giran li bajarê Mûsilê, yên bi alîkariyê hêzên esmanî yên Amerîka tên encam dan.

Çekdarên DAIŞ'ê elinda sibê bi riya ava çemê Dîcle bi dizî ketine di nava taxê Dindan de li aliyê rojavayê Mûsil, pêşiyê çûne di mizgeftê de û bi riya mîkrefona mizgeftê siloganên "Elah û Ekber" gotine, şûn de çûne taxên Dewasa, Nebî Şît û di nava malan de geriyane, li hember hêzên ewlekariya Îraqê ketine di nava pevçûnan de, çekdarên DAIŞ'ê hejmarek polîs kuştine û dest danîne ser hin otombîlên Hamphy yên leşkerî.

Ev yek ji aliyê hin berpirsên ewlekariya Îraqê ve hatine piştrast kirin, yên ku ne xwastine navê wan bihê eşkerekirin, jiber ku, wan ew destûrî nîne daxûyaniyan bidin û pêzanînan ragihînin.

Çekdarên DAIŞ'ê her sibê zû daxûyanî derbarê vê êrîşê, di torên Internêtê de daye weşandin û pesina çekdarên Dewleta Îslamê dike.

XS
SM
MD
LG