Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rênas Jano: Destek li Pişt Bê Wezîr Hiştina Sê Wezaretên Giring Heye


Rênas
Rênas

Roja çarşemê Parlamena Îraqê di rûniştinekê de bi piraniya dengan bawerî ji Hişyar Zêbarî wezîrê malîya Îraqê stend.

Endamê parlamena Îraqê ji lîsta zer ya Partî Demokratî Kurdistan Renas Jano di hevpeyvînekê de gote Dengê Amerîka di rûniştina bawerî stendinê de ya parlamenê Iraqê ji koma dengan 158 deng Erê bûn, 77 deng li dij bûn û 14 bêdeng man.

Bi vî awayî bi piraniya dengan bawerî ji Hişyar Zêbarî weke wezîrê maliya Îraqê hat stendin.

Jano herweha got "destek li pişt têkdana hikûmetê heye eger weha nebe, çawan dibe di vî demê pir hesas de, sê wezaretên giring dê bê wezîr bimînin, di dema ku şerê DAIŞê û kirîza abûrî û gelek pirsgirêkên din hene".

Rênas Jano dide zanîn ku ew wek endamên parlamena Îraqê ji lîsta zer ya Partî demokratî Kurdistan, dê pêgirî hemû xal û biryarên yasyî bin yên parlemanê, lê pirsa bawerî stendina ji Hişyar Zêbarî wezîrê maliyê pirsek siyasîye ne yasayî.

Herweha Rênas Jano da zanîn kû ewê giliya vê dengdanê bikin û ev pirs hêjî bidawî nebûye, li dadgehan ewê cardin daxwaza ji nûve çavpêda xişandinê bikin.

hevpeyvîn li gel Rênas Jano Endamê Parlamena Îraqê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:46 0:00

XS
SM
MD
LG