Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî li Axa Sûrîyê jî Êrîş Birin Ser DAIŞ'ê


Hêzên Îraqî li Mûsilê ala DAIŞ'ê datînin û ya xwe bilind dikin
Hêzên Îraqî li Mûsilê ala DAIŞ'ê datînin û ya xwe bilind dikin

Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî do Înê da zanîn ku wek bersîva êrîşên xwekuj yên li Bexda, firokeyên dewleta wî li Sûrîyê êrîş birine ser navendên DAIŞ'ê.

Reuters'ê dîyar kir ku jetên Îraqê cara yekê ye ku li dervayê sînorên wî welatî êrîşan li dar dixînin. Jêdereke Sûrî eşkere kir ku êrîş bi hevkarîya Şamê pêk hatine.

DAIŞ, ku bi êrîşên Artêşa Îraqê yên bi piştgirîya Amerîka li rojhilata Mûsilê têk diçe, berpirsîya jimarek êrîşên xwekuj yên li Bexda girtibû ser xwe.

''Me biryar daye ku terora ku hewil dide zarok û hemwelatîyên me bikuje li kû be em biqedînin. Jiber vê yekê me ferman da hêzên xwe yên ezmanî ku êrîşî navendên DAIŞ'ê yên li Hosaîba ya Îraqê û Albu Kamal ya li hindurê Sûrîyê bikin, ku berpirsa peqînên Bexda ew in'' Abadî di daxuyanîyekê de got.

Abadî bi berdewamî got ku hêzên ezmanî bi awayekî serkeftî operasyon temam kirine.

Artêşa Îraqê jî ragihand ku êrîş bi jetên F16 do Înê serê sibê pêk hatine.

''Li Albu Kamalê, navendên DAIŞ'ê yên ku li wir wesayîtên bombebarkirî dihatin amade kirin hatin bombe kirin, piştî ku îstixbarata Îraqê ji jêderên xwe yên Sûrîyê agahî wergirtin'' fermandarekî payabilind ji Reuters'ê re got.

Çavkanîyeke nêzî Wezareta Karên Derve yên Sûrîyê piştrast kir ku êrîş bi hevkarîya hikûmeta Şamê li dar ketine.

Di operasyonê de Amerîka jî bi agahîyên îstîxbaratî alîkarîya hêzên Îraqî kir.

Berdevkê Pentagon'ê Jeff Davîs ji rojnamevanan re eşkere kir ku wan hay ji operasyonê heye û bi agahîyên rind ên îstîxbaratî piştgirî dane Îraqê.

Rûsya, Tirkîye û koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike, li Sûrîyê êrîşên ezmanî li dar dixînîn ku her sê jî piştgirîyê didin hêzên cuda.

XS
SM
MD
LG