Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama êrîşeke bombeyî de, ku DAIŞê ew êrîş rakir ser xwe, herî kêm 12 kes li bakurê Bexda hatine kuştin.
Berdevkê polîsên Dîyala Kolonel Ghalib al-Attiyah ragihand ku peqîn li dervayê bajarokê Xales qewimî û 37 kesên din jî di encamê de birîndar bûn.
Attiyah got ku êrîş xaleke kontrolê kir armanc û di dema peqînê de gelek otomobîl li wê derê hebûn ku hinek ji wan di peqînê de şewitîn.
DAIŞê daxuyanîyek belav kir û tê de ragihand ku çekdarekî wê yê Îraqî ew êrîş pêk anî.
Êrîş rojeke piştî peqîna xwekujîa ya Bexda tê ku herî kêm 15 kes li taxa Xadimiyah hatibûn kuştin.