Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî li Mûsilê Nêzî Mizgefta el-Nurî Dibin


Serokê DAIŞ'ê Ebubekir el-Bexdadî ji Mizgefta el-Nurî xîlafeta xwe ragihandibû.
Serokê DAIŞ'ê Ebubekir el-Bexdadî ji Mizgefta el-Nurî xîlafeta xwe ragihandibû.

Reuters’ê îro Înê ragihand ku hêzên hikûmeta Îraqê, çekdarên DAIŞ’ê li Bajarê Kevn ya Mûsilê bi temamî dorpêç kirin û nêzî mizgefta ku serokê rêxistina tundrê, ji wir xîlafeta xwe ragihandibû bûn.

Çekdaran xwe di malên ku li sûkên teng in de veşartin û bi êrîşên xwekuj û peqandina wesayîtên bombebarkirî li ber xwe dan.

Tevî ku do Pêncşemê jiber barana boş pêşdeçûna artêşê rawestîyabû jî di navbera hêzên Îraqî û Mizgefta el-Nurî de 500 metre mane. Ala reş ya cîhadîyan, ku li ser mînareya xwar ya navdar e, ji hêla hêzên artêşê ve eşkere xuya dibe.

Hêzên hikûmetê, di rojên dawî de pira sereke ya li ser Çemê Dîjlê jî di nav de gelek derên girîng bi dest xistin ku operasyon di meha Cotmehê de destpê kiribû.

‘’Em niha di cîyên ku me do sitandine de ne. Li vê derê DAIŞ bi sekvan û wesayîtên bombebarkirî li ber xwe dide’’ generalê hêzên hikûmetê Haider Dhirgham ji Retuers’ê re got.

Dhirgham bi berdewamî da zanîn ku sitandina Mizgefta el-Nurî dê ji artêşê re bibe serfkeftineke mezin û sembolîk ku ew der jibo DAIŞ’ê navenda xîlafetê ye.

Serokê DAIŞ’ê Ebubekir el-Bexdadî, xîlafeta xwe ya li ser axa Îraq û Sûrîyê, di sala 2014’an de ji Mizgefta el-Nuri ragihandibû. Piştî wê Mûsil bû yek ji kelehên girîng yên DAIŞ’ê, lê vê dawîyê li hember hêzên hikûmetê têk diçe. Karbidestên Îraqî dîyar dikin ku operasyona Mûsilê ber bi qonaxa dawî ve diçe.

XS
SM
MD
LG