Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iraq Dibêje 40 Hemwelatîyên Wê di Peqînên Şamê de Hatin Kuştin


Wezareta derve ya Îraqê dibêje ku piranîya kesên ku di cot peqînên Şam a paytaxta Sûrîyê de hatine kuştin, hemwelatîyên Îraqî ne.

Wezaretê da zanîn ku ew Îraqîyêîn Şîa bûn ku jibo serdana perestgehên pîroz çûbûn wî welatî.

Cotpeqîn roja Şemî li dervayê goristana Saghir ya yek ji kevntirîn taxên Şamê kiribûn armanc ku hin oldarên Şîa lê binaxkirî ne.

Wezareta Navxweyî ya Sûrî ragihandibû ku di êrîşan de 40 kes hatibûn kuştin û 120 kesên din jî birîndar bûbûn. Bizavkarên dijî hikûmeta Sûrî gotibû ku bi kêmî ve 46 ji peqînan de hatibûn kuştin.

Berdevkê wezareta derve ya Îraqê Ahmed Camal di daxuyanîyekê de ragihand ku li gor agahîyên pêşîn 40 hemwelatîyên Îraqî hatin kuştin.

Wî da zanîn ku meseyeke krîzê bi hikûmeta Sûrî hatiye danan ku kesên birîndar û termên Îraqîyên kuştî veguhezînin Îraqê.

XS
SM
MD
LG