Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Îsmaîl Beşîkçî Rewşa Kurdên Tirkîyê, Îraqê û Sûrîyê Dinirxîne


Civaknas û lêkolînerê navdar yê li Tirkîyê Îsmaîl Beşîkçî, rewşa Kurdên Sûrîyê ya niha, alozîya navbera hikûmeta Bexdayê û Hewlêrê û daxwazên Kurdên Tirkîyê yên perwerde û xweparastina bi zimanê dayikê ji Dengê Amerîka re nirxand.

Sosyolog Beşîkçî, jibo Kurdên Sûrîyê pêşbînî kir ku Kurdên Sûrîyê di demeke ne pir dûr de, wê bibin xwedî statuyeke pênaskirî.

Birêz Beşîkçî gefên Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malîkî li ser Herêma Kurdistana Îraqê jî dîtina xwe anî ziman. Ew dibêje, Malîkî her ku bi artêşa Îraqê zextan bike jî, hêzên pêşmerge ji artêşa Îraqê bêhtir xwedî pergal û rêxistin in û ew nikare bi ser bikeve.

Mamoste Beşîkçî, hewildana hikûmeta Tirkîyê ya pêşîvekirina xweparastina zimanê dayikê jî wek durûtî nirxand. Wî got, hê jî dewlet bi israr e ku mafên Kurdan nede. Loma, jibo xweparastina bi zimanê dayikê, dixwaze perê wergerê ji wan kesan bistîne ku daxwaza wergerê Kurdî dikin.

Îsmaîl Beşîkçî derheqê greva birçîbûnê ya girtîyên Kurd de jî wiha got: “Ez grevên birçîbûnê rast nabînim, jibo bidestxistina van mafan lazim e Kurd bi sîyaset, civîn û xwepêşandanan dengê xwe bilind bikin.”


please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG