Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Misirê Bang li Îsraîlê Dike ku Êrîşên Xwe Rawestîne


Serokwezîrê Misirê soz dide ku bizavên welatê zêde bike da ku, bi gotina wî, êrîşkarîya Îsraîlê li ser Gaza’yê rawestîne û aştîyeke rastîn navbera Îsraîlî û Fîlîstînîyan destve bîne.

Serokwezîrê Misirê Hesham Kandil îro Înîyê li Gaza axifî, piştî ku Îsraîl jibo serdana wî bo demeke kin êrîşên xwe sekinandibûn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê jibo du demjimêran êrîşî Gaza nekir, tevî ku mîlîtanên Hamas’ê di heman demê de, bi kêmî ve 50 roket avêtin Îsraîlê.

Lê, jêdereke Hamas’ê got, Îsraîl îro Înîyê êrîşeke bombeyî li ser rojhilata Gaza’yê pêk anî û 2 Fîlîstînî kuştin. Di encama êrîşên her du alîyan de 20 Fîlîstînî û 3 Îsraîlî hatin kuştin.

Serokwezîrê Misirê Kandil waxtekî zûtir yê îro Înîyê geheştibû Gazaye da ku rewşa vî dawîyê bi karbidestên Fîlîstînî re gotûbêj bike.
XS
SM
MD
LG