Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekolîna Pêşîn ya Kuştina Polîsê Îsraîlê ji Alîyê Ajotvanê Ereb Eşkere Bû


Wêneyeke arşîvê ji êrîşeke Filîstînî ya hember
Wêneyeke arşîvê ji êrîşeke Filîstînî ya hember

Medya Îsraîlî dibêje, vekolîna pêşîn ya karbidestên Îsraîlî nişan daye ku ajotvanê Erebê Îsraîlî ku bûbû sedema mirina polîsekî Îsraîlî, bi mebest ew kiryar nekiriye.

Piştî eşkerebûna encama vekolînê, bang li hember wan karbidestan zêde dibin ku karvekêşana xwe bidin, bi sedema wan ajotvan wek terorîst bi nav kiribû.

Rojnameya Haaretz ya Îsraîlî dibêje ku Wezareta Dadê dê raporta xwe ya ser wê bûyerê bi fermî eşkere bike

Polîsên Îsralî gotibû ku şoforê Ereb bi zanabûn trombîla xwe ajotibû nav komeke polîsan ku jibo xwepêşandaneke civîyabûn û ew neçar man ku teqe li wî bikin û bikujin.

Berevankarên Ereb jî digot ku piştî ku polîsan gule barandibûn ser ajotvan, wî kontrola trombîlê ji dest dabû.

Wezîrê Ewlehîya Civakî ya Îsraîlê Cîlad Erdan got ku ewê lêborîna xwe bide, eger zelal be ku kuştina wî polîsî ne di encama êrîşê de çêbûye.

XS
SM
MD
LG