Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Nav Avên Derya Sipî Nêzîkî 1800 Penaber Rizgar Dike


Di vê fotoya arşîvê de hêzên Îtalî penaberan rizgar dikin
Di vê fotoya arşîvê de hêzên Îtalî penaberan rizgar dikin

Ajansa Reuters radigihîne ku keştîyên Îtalî, di nav 24 demjimêrên dawî de alîkarîya rizgarkirina dora 1,800 penaberan kirin ku hewil didan ji Afrîqaya Bakur bigihejin Îtalya.

Karbidestên Îtalî didin zanîn ku di 10 operasyonên cihê de 1759 penaber hatin rizgar kirin û xencî hêzên Îtalî, hêza parastina sînoran ya Yekîtîya Ewrupa, Frontex û Rêxistina Doktorên Bê Sînor (MSF) jî di operasyonan cîh girtin.

Rêxistinên alîkarîya mirovahî didine zanîn ku bi germbûna dinê, hejmara penaberan jî zêde dibe û ew di xemê de ne ku rojên pêş de pirtir kes heman tiştî bicerîbinin.

Ew herwiha dîyar dikin ku rêya deryayî ya navbera Lîbya û Îtalya bûye rêka serekî ya hatina Ewrupa, piştî peymana Yekîtîya Ewrupa û Tirkîyê hatina penaberan ji Yunanistanê re kêm kiribû.

Pirtir jî 1.2 mîlyon penaberên Ereb, Afrîqî û Asyayî, ji destpêbûna sala borî vir ve, ji şeran û ji xizantî direvin û berê xwe didin Yekîtîya Ewrupa.

XS
SM
MD
LG