Lînkên eksesibilîtî

Êdî Ofîseke Ivanka Trump jî li Qesra Sipî Heye


Serok Trump û keça wê Ivanka

Keça mezin ya Serokê Amerîka Donald Trump, Ivanka Trump, li Qesra Sipî bû xwedîya ofîsekê. Tevî ku Ivanka ne karmenda dewletê ye jî dê karibe li agahîyên nepenî ya dewletê binêre.

Ofîsa Ivanka, dê li beşa ‘’West Wing’’ ya li Qesra Sipî be ku, ew der wek cîhê rêvebirinê tê zanîn.

Parêzera Ivanka, Jamie Gorick da zanîn ku dê keça serok ne karmendeke fermî be, lê ew jî dê li gor etîka xebatê kar bike. Gorlick got ku Ivanka Trump ewê mûçeyê wernegire.

Qesra Sipî derbarê vê mijarê ti daxuyanî neda.

Ivanka Trump bi daxuyaneyeke nivîskî dîyar kir ku wek çawa ku ew her tim dike, dê pêşnîyazên germ ji bavê xwe re bike.

Ivanka Trump li Qesra Sipî beşdarî hevdîtinên bi Serokwezîra Almanya Angele Merkel re jî bûbû.

Mêrê Ivanka Trump, Jared Kushner jî şêwirmendekî payabilind ye Qesra Sipî ye.

Qanûnên federal, rê li ber wazîfedarên dewletê digirin ku ew xizmên xwe jibo meqamên dewletê tayîn bikin. Bes Wezareta Dadê dabû zanîn ku jibo tayîna Kushner, Serok Trump fermaneke taybet daye.

XS
SM
MD
LG