Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevaniya Amerîka Daxwaza Planek Lezgîn ya li Dij DAIŞê Dike


Wezîrê Berevaniya Amerîka James Mattis
Wezîrê Berevaniya Amerîka James Mattis

Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis li gur nivîsekê ku, îro Çarşemê hatiye weşandin, daxwazê ji fermandarên wezareta berevaniyê dike ku, lezê bidin gotûbêj û planên xwe yên derbarê şerê li dij Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê.

Di daxwaznamê de dîsan hatiye ku divê lez bihê kirin da kû budceya sala 2017an bihê erêkirin, herweha pêdiviyên nû jibo leşkerê Amerîkî di berçavan re bên derbaskirin.

Tê gotin ku, Mattis di nivîsê de daxwaza budcek zêdetir kiriye bo wezareta berevaniyê, lê behsa horgiliyên mezaxtin û dernanên leşkerî ne hatiye kirin.

Ji hejî gotinê ye ku, Washington Post roja Înê dabû weşandin ku serok Trump niyeta derkirina biryarekê heye, ji wezîrê berevaniyê re daxwaza bike lezê bide êrîşên zêdetir bo ser çekdarên DAIŞê.

Li gur zanyariyên hatine bidest xistin ku serok Trump hinartina topxanek Amerîkî û alîkariya balefirên Helicopter jî xisteye di plana rizgarkirina bajarê Reqqa de, ku weke paytexta Xelafeta Dewleta Îslamê (DAIŞ)ê tê hesabkirin.

XS
SM
MD
LG