Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîqaşên Ser Qewitandina James Comey Didomin


Nîqaşên ser rêvebirê berê yê Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) James Comes, ku ji alîyê Serok Donald Trump ve ji kar hatibû dûr xistin, didomin.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Qesra Sipî H.R. McMaster, îdiayên ku dibêjin Wezîrê Karên Derve yên Rûsya Sergey Lavrov û balyozê Rûs, di hevdîtina bi Trump re ser qewitandina Comey axifîne red nekir.

McMaster di bernameyeke ku di dawîya hefteyê de ser kanala ABC hat weşandin dîyar kir ku mijara qewitandinê hatîye axaftin, lê got ku tam nayê bîra wî ku Serok Trump di wê hevdîtinê de çi gotîye.

Şêwirmendê ewlekarîyê got ku dema Serok Trump ser zemîneke hevpar ya bi Rûsya re peyivîye mijara Comey jî hatîye axaftin.

Hatibû îdia kirin ku Trump, di wê hevdîtina bi Rûsan re ser Comey gotîye ku ‘’Min serokê FBI’yê qewitand. Dînekî li dera han e, tam dîn. Jiber Rûsya li ser min zexteke mezin heye. Niha ew bar rabû’’

Ji alîyê din ve, bavê James Comey ji kanala CBS re ragihand ku kurê wî jiber ku sed ji sedî xwe bi Trump ve girênedaye hatîye qewitandin.

‘’Trump dixwaze ku kesên bi wî re dixebitin tenê bi ya wî bikin. Yek jî Trump her roj fikrên xwe diguherîne. Qewitandina kurê min jibo FBI’yê zarar e.’’ bavê Comey got.

James Comey, bi nameyeke ku Serok Trump ji wî re şandibû ji rêvebirîya FBI’yê hatibû qewitandin.

Di dîroka Amerîka de cara duyê ye ku rêvebirekî FBI’yê berî ku dema xwe ya erkê temam bibe ji kar tê dûr xistin. Berî Comey, di sala 1993’an de Bill Clinton, jiber fikarên etîk William Sessions ji dîrektorîya FBI’yê dûr xistibû.

Comey, di dewra Barack Obama de dest bi rêvebirîya FBI’yê kiribû.

XS
SM
MD
LG