Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PEN'a Kurd jibo Azadkirina Jiyar Cihanferd Dest bi Çalakîyan Dike


Nivîskarê Kurd yê rojhilatî Jiyar Cihanferd, ji 3’yê mehê vir de ligel hevalê xwe Hassan Balada li Mêrdînê desteserkirî ye.

Jiyar jibo çapkirina pirtûkên xwe hatiye Amedê û Hassan jî xwestîye serî li beşa Kurdolojiyê ya li Zanîngeha Artuklu bide. Ew, çend roj piştî hatina xwe ya Tirkiyê di 3’yê mehê de li Mêrdînê li kafeyekê hatine desteser kirin.

Li gor agahîyên peyda bûyî, polîsan tene jibo wan avêtiye ser kafeyê û her du kesan desteser kirine. Ev jî gumana giliyê tîne bîra mirovan.

Hêjayî gotinê ye di rewşa awarte de bi giliyekê, polîs dikare herkesî bi idiaya "kesên bi guman" dester bike. Jiber rewşa awarte dema binçavkirinê dikare heta 30 rojan dewam bike. Hê jî nayê zanîn Jiyar û Hassan jiber çi sedemê hatine desteser kirin.

Şexmûs Sefer, serokê bere yê PEN’a Kurd da zanîn Jiyar û Hasan, beriya derbasê Mêrdînê bibin, serdana wî kirine.

"Jiyar hatibû ku lêkolîna xwe ya li ser Kurdên Kelhur û Yarsan li Amedê bide çap kirin. Hassan jî xwest bo Kurdolojîyê serî li Zanîngeha Mêrdînê bide, lê ew li Mêrdînê hatine binçav kirin."

KHF_1_16_PENa_Kurd
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:45 0:00

Sefer da zanîn ku PEN’a Kurd jibo rewşa Jiyar hîn bibe û jibo ew bên berdan bi PEN’a navnetewî re dê peywendî deynin.

"Bê guman li Tirkîyê azadîya tu kesî nemaye. Lê, kesek sûcdar be di rojekê de dîyar dibe. Niviskarekî ku sûcekî wî hebe, di dema rewşa awarte de çi karê wî li Tirkiyê heye."

XS
SM
MD
LG