Lînkên eksesibilîtî

Di Peqîneke de Kuştî û Birîndar li Kabulê Hene


Fotoya arşîvê ji Kabulê

Berdevkekî Wezareta Navxweyî yê Afganî ji Dengê Amerîka (VOA) re ragihand ku di peqîna bombeyeke ser rêkê de, herî kêm 1 kes li paytaxt Kabulê hate kuştin, 8 kesên din jî birîndar bûn.

Dîdevanan ji Dengê Amerîka got ku mînîbusek armanca peqînê bû û agir bi wê mînîbusê û jimareke firoşgehên nêzîkî cîhê bûyerê ket.

Hurgilîyên peqînê hîn bi tevahî zelal nebûne û ti kes heta niha berpirsîya wê ser xwe ne negirtiye.

XS
SM
MD
LG