Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê DBP’ê Yuksek: Em Piştgirîyê Nadin Destûra ku Gelê Kurd tê de Cîh Nagire


Danûstendinên ser guheritan Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê li paralemenê berdewam e. Di paketa destûra bingehîn de 18 xal hene û heta niha 5 xalên pêşî di parlamenê de hatin pejirandin.

Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek li Amedê derbarê hewildanên guhertina destûra bingehîn de di preskonferanseke de li Amedê got ku di rewşa awarte de qanûneke demokratîk çênabe.

Yuksek bal da ser rewşa sîyasetvanên Kurd yên girtî û bibîr xist ku 74 şaredarên DBP’ê girtî ne, kayum 54 şaredarîyan kontrol dike û di nav salekê de 4 hezar endamên partîya wan hatine girtin.

Wî got ku li Tirkîyê girtina sîyasetvanan, kesên muxalîf bûne amûreke destê destilatdaran û HDP, opozisyon, gel li derveyê destûrê hatine hîştin.

“Em ne li dijî guhertina destûrê yan sîstema seroktîyê ne, lê di rewşa awarte û aloz de destûreke demokratîk dernakeve. Divê pêvajoya guhertina destûrê were sekinandin. Ger nêrînên gel û muxalefetê were girtin, sîyasetek bi giştî jibo gel were pêşxisitin, em jî dikarin di danûstandinan de cî bigirin. Lê bi vî awayî çênabe.”

Yuksek bi berdewam got, destûra ku AKP dixwaze derxe, yek alî ye û xizmeta partîyekê dike, loma jî ew piştgirî nadin destûra ku gelê Kurd tê de cî nagire.

XS
SM
MD
LG