Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şofêl Û Karmend li Duhok Kampaniyên Tirkî Protersto Dikin


protestoya karmend û şofêlan li Duhok
protestoya karmend û şofêlan li Duhok

Hejmareka şofêl û karmenên bajarê Duhokê li hember avahiyê kampaniya Darîn civiyan û nerazîbûna xwe li hember 2 kampaniyên Tirkiyê dan diyarkirin, jiber ku, ev demek dirêje van kesan kar jibo herdu kampaniyên Tirkî kirîne, lê perê xwe heta niha ne wergirtîye.

Yek ji karmendan bi navê Zûhêr ku welatiyekê xelkê Kobanê ye li Duhok xwecih bûye dibêje, ev salek derbas bû hêjî kampaniyan perên me nedane me, xwediyên kapmaniyê heroj dibêjin îro, sibê lê heta niha em negihane mafê xwe.

protestoya karmend û şofêlan li Duhok
protestoya karmend û şofêlan li Duhok

Welatiyek din bi navê Erkan dibêje me di rewşek gerim û nexoş de kar jibo van kampaniyan kirîye, lê ev du sal derbas bûn û perên me ne gihane me.

Darîn Grop ku kampaniyeke li Duhok û Herêma Kurdistanê tê naskkirin, têkilî bi kampaniyên Tirkî re heye, alozî di navbera wan de çêbûye, karmend û şofêlên jibo van şerîketan kar kirine bûne qûrbanên aloziyên di navbera şerîketa Darîn Grop û hind kampaniyên Tirkî yên li herêma Kurdistanê kar dikin.

Raporta liser Karmend û şofêlên nerazî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00

XS
SM
MD
LG