Lînkên eksesibilîtî

Bombevanekî Xwekuj 6 Kes li Başûrê Îraqê Kuştin


Bombevanekî xwekuj îro Duşemê 6 kes li bajarê Kerbala kuştin, 6 kesên din jî birîndar kirin.

Wezareta navxweyî ya Îraqî ragihand ku hêzên wê 5 êrîşvanên din kuştin û êrîşvanê xwekuj jî xwe li hindurê xanîyekî peqand, pîştî ku ew ji alîyê polîsan ve hatibû dorpêç kirin.

Demûdest dîyar nebû ku kê ew êrîş pêk anî, lê paeqîn li bajarokê Ain al-Tamer ya 50 km dûrî Kerbala Şîa dijîn û DAIŞ pir caran wan dike armanc.

Hêjayî balkişandinê ye ku peqîn di dawîya şîna Şîayan ya kuştina Îmam Huseyîn yê navîyê Pexamber Alî tê ku 40 rojan dikşîne.

XS
SM
MD
LG