Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanek li Kerkuk Tê Kuştin


Kirkuk map (Turkish Service)
Kirkuk map (Turkish Service)

Roja Sêşemê êvarek direng li taxê Ûrobe yê bajarê Kerkukê rojnamevanek ji aliyê çend çekdarên nenas ve hat kuştin, lêkolîn derbarê bûyerê tên berdewamkirin.

Emîd Xetab Omer rêveberê polîsên kerkuk gote Dengê Amerîka "polîsên Kerkuk pêzanîn derbarê kuştina rojnamevanî de nînin, wan niha lêkolînan dane destpêkirin".

Li gûr gotinên berpirsên Kerkukê rojnamevanê hatî kuştin ji regez kesekî Erebe û navê wî Mohamed Sabit e, êvariyek direng ya roja Sêşemê hind çekdarên nenas gulebaran kirîye û li cihê bûyerê giyanê xwe jidest daye.

Mehdî Ziryan berpirsê sendîka rojnamevanan li Kerkukê gote Dengê Amerîka "heta niha ew nizanin kanê rojnamevan M.Sabit liser karê rojnamevaniyê hatiye kuştin yan pirsgirêkek din heye, ew çaverêy lêkolîn û encaman e".

Raporta Dilşad Anwer derbarê kuştina Rojnamevanekî
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:48 0:00

XS
SM
MD
LG