Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Parêzgeha Kerkûkê Biryar Dide ku Referandumekê Pêk Bîne


Civata Parêzgeha Kerkûkê
Civata Parêzgeha Kerkûkê

Civata Parêzgeha Kerkûkê îro bi piranîya dengan biryar da ku jibo dîyarkirina siberoja Kerkûkê referandumekê li dar bixe.

Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rebwar Talabanî, piştî dengdanê got ku gelê Kerkûkê nema derengxistina referandumê qebûl dike.

Li gor Xala 140 ya qanûna bingehîn ya Îraqê, divêbû herî dereng di dawîya 2007'an de referandumek bihata kirin ku biryar bide Kerkûk bibe beşeke Herêma Kurdstana Îraqê yan ne.

Talabanî bal kişand ku pêkanîna referandumê ji sala 2004'an vir ve, di ajandaya hemî serokwezîrên Îraqê bûye, lê her tek ji wan bi bahaneyên cuda ew yek bi cîh neanî.

“Ev ji hikûmeta Îraqê re mesaja me ya dawî ye. Em bang li Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî dikin ku Xala 140 ya destûrê bi cîh bîne yan ne, emî gavên qanûnî li hember wê yekê bavêjin.”

Hêjayî balkişandinê ye ku hin endamên Tirkmen û Ereb yên civatê jibo protestokirina bilindkirina ala Kurdî tev li civînê nebûn.

XS
SM
MD
LG