Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry û Cewad Zerîf li Norwec Hevdû Dibînin


 John Kerry û Mohammad Jawad Zarif
John Kerry û Mohammad Jawad Zarif

Wexzîrê derve yê welatên Yekgirtî yên Amerîka John Kerry dê bi serdanekê çîte welatê Norwec, hatiye plamkirin ku, Kerry û wezîrê derve yê Îranê Mohamed Jawad Zarîf hevdû bibînin.

Roja Çarşemê wezîrê derve yê Amerîka John Kerry dê bi serdanekê gehîte paytext Oslow, wezîrê derve yê Îranê û Kerry derheqa pirsgirêkên helawîstî yên taybet bi peymana navokîyê Îranê bi hêzên navnetewî re gotûbêjan encam bidin û şert û mercên bi cî anîna hemû bendên peymana navokî bixin ber gotûbêjan.

Ev serdana Kerry di wî çaxî de pêk tê, piştî rojek berê, rêberê bala yê Îranê, Amerîka û hevpeyman rexne kirîn û daye zanîn ku ew li gur şert û mercên pêkanîna peymana navokîya bi Îranê re tevnegeriyane.

Berpirsên Amerîkî didin zanîn ku, wan pêgirî kirîye û li gur bendên peymana navokî tevgerriyane, lê Îranê pirsgirêk bi hind kampaniyên biyanî re hene, ku têkiliyên wan yên bazirganî di nav hev dene.

XS
SM
MD
LG