Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran John Kerry Wekî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Ragihand


Civata Senatoran ya Amerîkî roja Sêşemê birêz John Kerry wekî wezîrê derve yê welat ragihand.

Dendgana li ser bijartina birêz Kerry roja Sêşemê hate kirin, çend demjimêran piştî ku bi hêsanî ji alîyê Komîteya Peywendîyên Derve ya Senatê ve hatibû pejirandin.

Serokê Amerîkî Barack Obama meha borî birêz Kerry bijartibû da ku cihê xanim Hillary Clinton bigire ya ku roja Înîyê dest ji posta xwe berdide.

Birêz John Kerry yê ku di Şerê Vîetnamê de şer kiribû, 28 salan di Komîteya Peywendîyên Derve ya Senatoyê de kar kiriye û di çar salên dawî de berpirsê vê komîteyê bû.

Di rûniştina guhdarîkirinê ya jibo erêkirinê ya hefteya borî de, birêz Kerry gotibû ku divê Amerîka rewşa xwe ya darayî serast bike da ku wekî rêbereke cîhanî bimîne.

Birêz Kerry soza piştgirîyeke xurt bo sîyaseta rêvebirîya Obama da ku çareyeke diplomatîk bo programa Îranê ya navokî peyda bike.

Hêjayî gotinê ye, birêz John Kerry berbijarê Partîya Demokrat di hilbijartinên seroktîyê sala 2004’an de bû, dema ku li hember serokê berê George W. Bush têk çûbû.
XS
SM
MD
LG