Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanî û Kesên Navdar Daxwaza Cemidandina Biryara Serok Trump Dikin


Nêzîkî 100 kompanya, du eyelet û du wezîrên derve yên berê dijî biryara qedexeya kindemî ya Serok Donald Trump ya hatina hemwalîyên ji heft dewletên Misilman îro Duşemê serî li Dadgeha Pêdaçûnê ya 9’an ya li San Francisco dan.

Komeke Demokratên navdar ku di nav wan de wezîrên derve yê berê John Kerry û Madeleine Albright jî hene, bang li dadgehê kir ku bi berdewamî fermana Trump berbend bike.

"Bi bawerîya me ew ferman, şûna ku me ewletir bike, ewlehîya netewî ya Amerîka davêjê xeterê," serîlêdêr hember biryara Serok Trump ji dadgehê re got.

Dîsa, şîrketên teknolojî yên wek Apple, Facebook, Google, Microsoft û Twitter jî doz li heman dadgehê vekir û berdewamîya cemidandina fermana qanûndêr ya Trump daxwaz kir.

XS
SM
MD
LG