Lînkên eksesibilîtî

Kerry Berî Civîna bi Hevtayê Xwe yê Rûsî ligel Karbidestên Kendavî Kom Bû


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Pêncşemê bi prensê Saudi Mohammed bin Salman ere li Cîdde kom bû ku operasyonên Amerîkî yên li Sûrîyê gotûbêj bike.

Kerry herwiha bi dîplomatên Bahreynî û Civata Hevkarîya Kendavê jî civî ku wan derbarê hevdîtina xwe ya ligel Rûsya ya ser operasyonên leşkerî li Sûrîyê agahdar bike.

Kerry bi vê serdanê hewil dide ku li pêş hevdîtina xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov, ku roja Înê li Cenevrê bê kirin, piştgirî misoger bike.

Di vê civînê de, her du alî wê bizavê bikin ku li ser hevkarîya leşkerî û parvekirina îstixbaratan li hev bikin ku DAIŞê li Sûrîyê têk bibin.

XS
SM
MD
LG