Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov Sekinandina Şer li Helebê Radigihîne, Kerry jî Ser Agirbestê Geşbîn E


Kerry li Hamburgê ye
Kerry li Hamburgê ye

Wezîrê Karê Dervê yê Rûsya Sergei Lavrov îro Pêncşemê got ku hikûmeta Sûrîyê li Helebê hemû operasyonên xwe yên leşkerî sekinandine.

Lavrov herwiha dîyar kir ku pisporên leşkerî yên Amerîkî û Rûsî dê roja Şemîyê bicivin û jibo pêşeroja Sûrîyê biryarekê bidin.

''Peymanek hatiye danîn, pisporên me yên leşkerî û dîplomatên me jibo ev karê dihat kirin bi seri bibe dê roja Şemîyê li Cenevrê bicivin,' Lavrov got.

Lavrov daxuyand ku bi vê peymanê re dê arîşeya li rojhilata Helebê çareser bibe û sîvîl û çekdarên ku dixwazin ji Helebê derkevin jî wê karibin derkevin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry îro Pêncşemê serê sibê gotibû ku ew li ser îdiayên agirbesta bi Rûsyayê re ''bi hêvî'' ye.

Piştî civîna bi Lavrov re, Kerry ji rojnamevanan re dîyar kiribû ku ew hîn jî li benda nêrîn û pêşnîyaran in. ''Em li vir li ser tiştekî dixebitin,' Kerry bê ku ti hûrgilbide, ji rojnamevanan re got.

Serokê Sûrî Beşar Esad jî serê sibê gotibû ku heta ew alozîya berdewam diqede, dê leşkerên wî şer bikin.

XS
SM
MD
LG