Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Geşbîn E ku Hevdîtinên ligel Rûsya Hevkarî li Sûrîyê Pêk Bîne


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Sêşemê got ku di hevdîtinên ligel Rûsya yên derbarê hevkarîya li Sûrîyê de pêşketin peyda dibin.

Kerry geşbînîya xwe dîyar dike ku ewê di meha pêş de ser sekinandina şer li Sûrîyê, ragihandinekê bikin.

Kerry hefteya çûyî li Mokow bi Serokê Rûsî Vladimir Putin û hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov re hevdîtin kirib.

Her du alî li hev kiribû ku jibo dawîkirina şerê navxweyî û êrîşkirina dijî grubên cîhadî gavên berbiçav bavêjin, lê ti hurgilî bi bîragiştî re nehatibû parve kirin.

Rûsya û Amerîka piştgirîya hêzên dijber di şerê Sûrîyê ya pênc salî de diki, ku heta niha 280,000 kes hatine kuştin û niva nîfûsa Sûrî jî mecbur man cîh û warên xwe bihêlin.

Washington û Moskow hevserokîya komeke xebatê ya 22 endamî dikin ku dawî li şerê Sûrîyê bînin, lê agirbesta meha Şubatê jiber şerên giran pûç bûbû.

XS
SM
MD
LG