Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helbestvan Arjen Arî li Dîyarbekirê Hate Binax Kirin


Nivîskar û helbestvanê Kurd Arjen Arî ku roja Sêşemê jiber pênçeşêrê jîyana xwe ji dest da, roja Çarşemê li Dîyarbekirê spartin axê.

Di merasîma cenazêya helbestvan de malbata wî, heval û hogirên wî, bi dehan nivîskar û rewşenbîr û sîyasetvan amade bûn.

Helbestên Arjen Arî di sala 1956’an de li gundê Çalê ya Nisêbîna Mêrdînê hat dinê.

Helbestên wî cara pêşî di sala 1979’an de, di kovara Tîrêjê de hatin çap kirin. Ev Çîya Rûspî ne, Ramûsan Min Veşartin li Gelîyekî, Destana Kawa, Şêrgele, Çil Çarîn, Gorî û Bindest, Kulîlkên Berîvan Payîza Peyvê, Erotîka, Bîhoka li Pişt Sinor, Bakurê Helbestê çend ji berhemên helbestvan in.

Arjen Arî bavê sê keç û du lawan bû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG