Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tahir Elçî Derbarê Qanûna Xweparastina bi Zimanê Dayikê Dipeyive


Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkîyê di nav heftê de jibo bernivîsa qanûna “Xweparastina bi Zimanê Dayikê” kom dibe.

Mijara xwe parastina bi zimanê dayikê, bi taybetî di dozên KCK’ê de weke kêşeyek ket rojeva Tirkîyê û bi grevên birçîbûnê jî zêdetir bala rayagiştî kişand.

Serokê nû yê Baroya Dîyarbekirê Tahîr Elçî di derbarê vê qanûnê de ji Dengê Amerîka re wiha got: “Di alîyê prensibê de gaveke pir girîng e, lê jiber kêmasîyên wê rexneyên me hene.”

Tahir Elçi da zanîn ku di qanûna heyî de kesek ku merama xwe nikaribe bi Tirkî dîyar bike, dewlet mecbur e ku wergerek ji wî kesî rê peyda bike. Lê, di rastîyê de rewş gelek cuda ye.

Birêz Elçî got, “ger qanûn bi vî halî were qebûl kirin yên ku Tirki dizanin, lê bixwazin bi zimanek din îfade bidin, mecbur in ku perê tercuman ji berika xwe bidin. Ew yek li dijî
qaydeyên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa’yê ye .

Serokê Baroya Dîyarbekirê destnîşan kir ku di rewşa heyî de peydakirina tercumanên Kurdî jî kêşeyek cûda ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG